NAVNEDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de, ku Însiyatîfa Gel a Kurdistanê de daye, hate gotin, ”Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku ketiye ber halê zikratên mirinê bi halanên şer dixwaze ser vê qelsbûna xwe bigire. Ji hêlekê vê pêvajoya pandemiyê ji xwe re dike fersend, hêlên hesas ên civakê bi kar tîne û her roj qedexeyan li ser hev tîne, ji aliyekî ve jî ji bo şoweniya domdar li ser piyan bihêle, seraqet êrîşên xwe yên li ser Kurdan û nirxên Kurdan didomîne. Aqilmendên faşîzmê û çeteya bêesilan ku ji wan weye wê bi gurkirina şer li ser piyan bimînin jî êdî yek bi yek li xwe mikur tên ku dawiya wan hatiye.”
‘HILWEŞÎNA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê WÊ BILEZTIR BIBE’
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ”Faşîzma AKP-MHP’ê çiqasî êrîşê bîne jî gelê Kurd û dostên wan li dijî faşîzmê berxwedaniya bêhempa geş dikin”’ û hate domandin, ”Faşîzma AKP-MHP’ê ku bi her hawî dor lê teng bûye, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ku li Imraliyê li ber xwe dide, didomîne û li gel tecrîdê hewl dide ku vîna gelê me bişikîne.
Êdî komara demokratîk li ber gelan bûye tekane vebijêrk. Vegotina vê, danfêhmkirina vê û mirov berxwedaniya hêzên demokrasiyê bîne asta encamgir, her wiha wê hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê zûtir bîne.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û hewldanên komkujiyê gelê Kurd wê mafê xwe yê çalakiyê yê meşrû bi kar bîne. Bi vê çarçoweyê gelê Kurd û gelên Tirkiyê, dîsa ji heft salî heta bi heftê salî berxwedaniya bêhempa kiriye. Ev berwedanî bi rengekî fedekariya mezin, biryardarî, rûmet û wêrek bi dirûv bûye.
‘BI GIYANÊ FEDAYÎ JI BO KURDISTANÊ Û RÊBERTÎ HETA DAWÎ WÊ BERXWEDANÎ WERE KIRIN’
Gelê me li kû derê dibe bila bibe li dijî her cure îmha û êrîşa li ser Rêbertî û nirxên demokratîk wê mafê parastin meşrû bi kar bîne û bersivê bide. Divê were zanîn ji kû derê dibe bila bibe dema ku êrîş were ser gelê me, bersiva ku heq dike her carê wê were dayin.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi tirsa berxwedaniya mezin û bêhempa li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê van çend rojên dawî bi hinceta pandemiyê qedexe ragihandiye, bi van qedexeyan kuçeyan li mirovan qedexe dike, hewl daye ku meşa demokrasiyê bi qedexeya asteng bike, her wiha êrîş biriye ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê, bi dehan mirovên sivîl, zarok, yixtiyar, ciwan qetil kirine. Dost dijmin wê her kes bibîne ku bi berxwedana gelê me û dostên me wê ti encam neyê standin.
Divê faşîzma AKP-MHP’ê zanibe li dora Kurdistanê û Rêbertî li dijî her cure êrîşan, gelê me yê bûye xelekek ji êgir ji niha û pê ve jî wê bêdeng nemîne. Her ciwan û jineke Kurd, dostên Kurdistanê ne ku wê tenê bêdeng nemînin, bi giyanekî fedaî ji bo Kurdistanê û Rêbertî li ber xwe bidin. Li dijî êrîşên şerê taybet ê pergala qirkeriya faşîst, şerê şoreşgerî yê gel li her kuçe û taxê bi domdarî wê were geşkirin.”
‘HETA KU ENCAM WERE STANDIN EM BANGA GEŞKIRINA BERXWEDANÊ DIKIN’
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, li dawiya daxuyaniya xwe ev bang kirin:
”Di serî de gelên Kurdistanê û Tirkiyê, her gavê û li her gavê ji bo ku bibin yek ,bi giyanê hevpar bi berxwedanê ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk, em bang i ciwanên Kurd û jinên Kurd, hemû gelê me yê qhreman û dost dikin, ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê, demokratîkirina Tirkiyê û azadkirina Kurdistanê hêzên xwe bikin yek, berxwedana me ya demokratîk, şoreşger li her qadê geş bikin, heta ku gelê Kurd û dostên wan encamê bistînin, her deverê bikin qada berxwedanê.
Em hevrêyên Rêber Apo bang dikin ku em her kuçeyê bikin xelekek ji êgir, her taxê bikin keleha berxwedanê, li dijî faşîzmê li dora Roja xwe asê binin, xeta berxwedaniya seraqet ava bikin û têkoşînê geş bikin.”