NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Xelîl Çavgûn bi daxuyaniyekê diyar kirin yekîneyên wan ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn ku 27’ê Gulanê bi êrîşa hewayî ya dagirkeriya mêtinger şehîd bûbû, çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin yekîneyên wan 16’ê Hezîranê li dijî wesayita Serokê Navçeya MHP’ê ya Eseneryûrtê ya Stenbolê çalakî kirin û di encama çalakiyê de wesayita Serokê Navçeya MHP’ê şewitiye.
Her wiha hate diyarkirin eynî rojê li Çanakkaleyê li kampan daristanê ya Dardanosê yekîneyên wan ên tlhildanê navenda perwerdehiyê ya Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Daristanê kirine hedefa xwe, çalakî kirine, bi çalakiyê re avahî şewitîye, bi dehan wesayit û tîmên dewlet nekarîne ku mudaheleyê lê bikin û avahî ketiye halekî ku nema karibe were bikaranîn.