EFRÎN – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Sûriyê ya herêma Efrînê li gundê Babinsê yê girêdayî navçeya Ehdas li kantona Şehbayê kom bûn û li dijî êrişên Tirkiyê meşiyan.
Ciwanan wêneyên şehîdan, Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsên `Mirin û rûreşî ji xiyanetê re`, `Bijî Yekitiya Kurd` û `Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê Îmraliyê vemirînin` hildan.
Meş ji deriyê têketina gund ber bi qada gund ve destpê kir. Ciwanan sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana Şengal û Efrînê berz kirin.
Meş li qadê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtin endama tevgerê Evîn Bilal axivî û êrişên Tirkiyê şermezar kirin. Evîn destnîşan kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê li tevahiya Kurdistanê berdewam e.
Her wiha endamê tevgerê Reşîd Efrîn axivî û got: “Gelê Şengal û Xakrukê piştgiriya Berxwedana Serdemê kirin û li rex şêniyên Efrînê sekînin. Divê em jî piştgiriya berxwedana wan bikin.”
Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bidawî bû.