ŞIRNEX – Gerîlayê HPG’ê Omer Bîrsen di 28’ê Tîrmeha 2018’an de li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê di şer de şehîd bûbû. Malbata Omer Bîrsen cenazeyê kurê xwe ji Goristan Taxa Vakifkentê bir taxa Kirkincik ê navçeya Rezan a Amedê. Di rê de li 5 nuqteyên cuda yên kontrolê malbata Bîrsen hate rawestandin û ji aliyê polîs û leşkeran ve di kontrola agahiyên giştî de hate derbaskirin. Cenaze ji aliyê gel û malbatê ve nîvê şevê di bin dorpêçiya leşkeran de hate veşartin.