Daxuyaniya PKK’ê ya li ser doza Palme: Me biryar dan ku tevlî bibin

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê têkildarî girtina dosya lêpirsîna kuştina Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme daxuyaniyek da û diyar kir, "Me biryar dan ku tevlî bûyerê bibin û bûyerê yekser bişopînin."

BEHDÎNAN – Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê têkildarî girtina dosya lêpirsîna Palme ku piştî 34 salan biryareke wiha hate wergirtin, daxuyaiyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Girtina dosya lêpirsîna kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme yê 28’ê Sibata 1986’an hate kuştin, ji bo tevgera me û gelê me bûyereke girîng e. Lê belê ji ber ku sûcdariyên ji ber bûyera kuştinê li tevgera me û gelê me tên kirin, ji ber ku hîn nehatine sererastkirin, nayê qebûlkirin. Ji ber ku têkildarî vê bûyerê, tevgera me PKK û di şexsê wê de jî gelê Kurd hate sûcdarkirin û krîmînalîzekirin. Piştî ku bûyerê bi vî rengî hate girtin ne ji PKK’ê û gelê Kurd lêborîn hate xwestin, ne jî li dijî terorîzekirina PKK’ê ya ji ber van sûcdariyan, dewleta Swêdê kete nava hewldaneke erênî. Bi navê PKK’ê, ji ber ku em heta niha di nava bendewariyeke wiha de bûn, me tenê li nîqaşan temaşe kirin û li bendê man ku edalet bi cih bê. Ji ber vê yekê em yekser neketin dewrê. Lê belê ji ber ku nîqaş ji çarçoveya xwe derdikeve û neheqiya 34 sal in ji ber vê bûyera kuştinê li tevgera me û gelê me hatiye kirin nehatiye sererastkirin, me biryar dan ku em tevlî bûyerê bibin û yekser bişopînin.

Sûcdarî, reşkirin, terorîzekirin û krîmînalîzekirina Kurdan û tevgera wê ya azadiyê PKK ku 34 sal in didome, ne bûyereke welê hêsan e ku bê qebûlkirin û ser bê nixumandin. Ji ber van sûcdariyên ku eşkere bû bêbingeh in, heta ku ji gelê Kurd lêborîn neyê xwestin, heta ku Swêd û Yekîtiya Ewropa sûcdariyên ‘terorîst’ ên li PKK’ê dikin bi dawî nekin, heta ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin, bi navê PKK’ê ji aliyê siyasî ve em ê vê bûyerê bişopînin. Bêguman divê gelê Swêdê jî qebûl neke ku doza kuştinê bi vî rengî bê girtin. Ev yek hewldaneke herî mezin a manîpulasyon û neheqiya li wan e.”

‘BERPIRSYARIYA KUŞTINÊ XISTIN STUYÊ KURDAN KU PALME GELEKÎ JI WAN HEZ DIKIR’

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê bi bîr xist ku mîna gelên bindest hemûyan gelê Kurd jî Palme weke lîderekî ku hembêza xwe ji bindestan, Kurdan re vekiriye û mafên wan diparêzin didîtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘Mîna ku Rêberê me Abdullah Ocalan sala 1996’an di bernameya televîzyonekê de got, Palme gotibû, ‘Ji min dixwazin ku ez li ber PKK’ê rabim, ez ê çima li ber rabim’. Mirovekî welê hêja bû. Palme Serokwezîrek bû ku Tirkiye ya ku bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î re veguherî êşkencexaneyê, ji ber êrişên li ser Kurdan li Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê gilî kiribû. Dema ku Olof Palme sala 1982’an ji nû ve bû Serokwezîr, Kurdan digotin, ‘êdî parêzerekî me heye ku dikare me biparêze’. Lîderekî ku Kurdan ew bi vî rengî nas dikirin û li qada navneteweyî mafê Kurdan bi xurtî diparast, çima PKK û Kurd rabin êrişî yekî bi vî rengî bikin? Lê belê faûteya kuştinê li gelê Kurd birîn ku Palme gelekî jê hez dikir.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di 3’ê Adara 1986’an de bi navê PKK’ê wan belavokek belav kirin û kuştina Palme jî weke komployeke navneteweyî pênase kirin.

‘GIRTINA BÛYERÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tevî ku helwesta me têkildarî kuştinê ewqasî zelal bû, hewl dan bixin stuyê me û têkoşîna azadiyê ya mafdar a gelê me krîmînalîze bikin. Ev yek dezgeheke dewleta Tirk bû. Û rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî tevlî vê dezgehê kirin. Heta ku ev aliyê bûyerê neyê ronîkirin û sûcdariya terorê ya li Kurdan hate kirin ji holê neyê rakirin, nayê qebûlkirin ku bûyer ji aliyê meqamên Swêdê ve bê girtin.”

‘EM Ê ŞOPDARÊN BÛYERÊ BIN’

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê destnîşan kir, ya ew li bendê ne ew e; gavên fermî û hiqûqî bên avêtin û nêzîkatiyên li dijî Kurdan û PKK’ê hatin nîşandan bên sererastkirin. Em ê ji niha û pê ve vê yekê bişopînin.

Bi navê PKK’ê em kuştina Olof Palme careke din şermezar dikin û bang li meqamên Swêdê dikin ku rastiyan eşkere bikin. Em amade ne ku ji bo ronîkirina kuştina lîderê dostê Kurdan û bindestan têbikoşin. Em ê li pey vê bûyerê bin û  heta bûyerê eşkere bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nivîsa Pêş