STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgru Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku roja Înê miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ku ji 1999’an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye.
Ocalan piştî bi 8 salan cara pêşî 2’yê Gulana 2019’an, pişre heman salê 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an miwekîlê xwe dîtibûn.
Ji beriya Tebaxa 2019’an dewleta Tirk hemû serlêdanan bi kêfî, bi rengekî sîstematîk hatin redkirin, ji 7’ê Tebaxê û vir be 80 serlêdan hatine kirin, heta niha ti bersiv nedan van serlêdan.