NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezarkirin û wiha dane diyarkirin; “Çawa ku di Serhildana Şeladizê de Ciwan û Gel herikîn û baregehên dagirkeriya Tirk ji holê rakirin îro jî ew roj e. Divê destpêk ciwan û gel li kuderê dibe bila bibe ji vê rojê şûnde baregehên dagirkeriya Tirk li kuderê hebe ji holê were rakirin”.
Daxuyanî wiha ye;
“Li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên ku di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tê jiyîn, navenda wî bûye Kurd û Kurdistan. Hêzên hegemonîk yên moderniteya kapîtalîst di çarçoveya berjewendiyê xwe de li Kurdistanê dewletên statukoparêz wek dewleta Tirk a dagirker û rejîma sêdare Îran piştgirî dike ku bi her awayên hovane êrîşê axa me ya Başurê Kurdistanê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwaze qirkirina Kurdan pêkbîne. Bi tu awayî fermiyeta Hukumeta Herema Kurdistanê nasnake. Balafirên xwe yên şer û keşfê li her dewerê Başurê Kurdistanê her kêliya ku dixwaze radike û êrîşên Gerîllayên Azadiya Kurdistanê dike. Di gelek êrîşên xwe de Peşmergeyan jî dike armancên xwe yên qirêj.
Em wek Ciwan baş dizanin ku; dewleta Tirk a dagirker yek tişt hedef dike ku şervan, peşmerge û gerillayên ku axa xwe diparêze tunebike, Kurdan qirbike û Kurdistanê bi tevahî bike jêr kontrola xwe.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker di dîroka 15.06.2020 de bi navê cûr be cûr êrîşên xwe li ser axa Başurê Kurdistanê zêde kiriye. PDK’ê jî di vî operasyonê bi her awayî piştgirî dike. PDK û noker û îxanetkarên axa me bi her awayî bi dagirkeriya Tirk re êrîş li ser gelê me yên Behdînan û Bradostan pêk tînin. Taybet di êrîşên xwe de Ciwanên ku di Serhildana Şeladizê de rol girtiye hedef girtin ne tesadufe. Bi van êrîşan diyar dibe ku PDK bi zanebûn bi destê dewleta Tirk a dagirker ve ew Ciwanên Serhildêr kiriye hedefên balafiran. Dîsa PDK li Herema Heftanînê gundiyan hewl dide ku ji gundê wan derbixe û ew Heremê bike Heremekî bêsivîl. Dewlet Tirk a dagirker jî bi êrîşên xwe yên li ser ciwan û gel dixwaze Heremê bêînsan bêhêle. Lê gelê em yên Heremê bi sedan salane ku li hember êrîşan axa xwe diparêze û li ser axa xwe jiyanê parastiye. Wê îro jî li hember dagirkeriya Tirk wê bi berxwedanî li ser axa xwe jiyanê biparêze.
Em didin diyar kirin ku; Ciwanên ku her roj di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û taybet di şexsê ciwanên ku îro di êrîşên dewleta Tirk dagirker de li Şeladizê şehîd ketiye, em ê bi beşdarbûna Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de bi her cûre tola wan rabikin.
Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Başurê Kurdistanê taybet jî ciwanên Şeladizê dikin ku; çawa ku di Serhildana Şeladizê de ciwan û gel herikîn û baregehên dagirkeriya Tirk ji holê rakirin îro jî ew roj e. Divê destpêk ciwan û gel li kuderê dibe bila bibe ji vê rojê şûnde baregehên dagirkeriya Tirk li kuderê hebe ji holê were rakirin.