ŞELADİZÊ – Welatiyên Şêladizê wekî duh îro jî li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derketin kolanan. Welatiyên bi dirûşmên, “Bijî PKK”, “Bimire xiyanet” hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re protesto kirin, hewl dan ber bi baregehên dewleta Tirk ên li navçeyê ve bimeşin. Lê hêzên PDK’ê êrîşî welatiyan kirin. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan êrîşê.
Welatiyên tevî hemû mudaxeleyan dest ji xwepêşandanê bernedan, bi dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî berxwedan”, “Bimire xiyanet”, “Bimire Edogan” meşiyan.
Welatiyan paşê bi şertê ku hêzên PDK’ê çar çalakgerên destgîrkirî berdin, xwepêşandana xwe ya îro bi dawî kirin.