BEHDÎNAN – Gerîllayê bi navê Qendîl Kurdistan di derbarê êrîşên dagirkeriyê ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê têne meşandin nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir û wiha da zanîn; “Eger her Ciwanek xwedî helwest be û hêza xwe li hember vê dagirkeriyê bi kar bîne dewleta dagirker nikare planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ji ber ku hêzek dibîne û ew hêza di Ciwanan tê dîtin. Her helwestek girîng e, ji ber ku bê helwestbûn û bê deng bûn maneya xwe xiyaneteke. Wek rihê gelê Şeladizê yê Serhildsanê di niha de pêwîste”.
Qendîl Kurdistan wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di dema îro de li her çar parçê Kurdistanê em dibînin dagirkeriyeke pir dijwar li ser gel me tê meşandin, bi taybet dijminê dagirker li Rojhilatê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan hewildana qirkirina Kurdan dike. Bi şêwazeke ku hemû destkeftiyên Gelê Kurd bi binbixe. Ev êrîş bi taybet li ser Ciwanan têne kirin bi taybet îro li Rojhilatê Kurdistranê heye. Êrîşeke Asmîlasyon, yanî bi giştî Ciwanan dûrî ji hestê xwe, ji hêza xwe, ji hedefa xwe, armancê xwe dûrîdixe. Yanî bi şêwazeke ku nasnameya wî Ciwanî tunebike. Em dibînin di îro de dijmin bi palnên xwe yên qirêj bi ser gelê me de dimeşîne, da ku gelê Kurd xwedî li mafê xwe dernekeve.
Li Kurdistanê îro êrîşeke dagirkerinê heye, bi taybet dijminê dagirker li hemû Kurdistanê hewildana qirkirina gelê Kurd dike. Palnê wê yê qirêj ji bo ku Kurd negihêje armancê xwe, ji bo Kurd ji nasnamê xwe durbikeve, tekoşîn neke. Em dibînin îro li Başûrê Kurdistan, li Rojhilatî Kurdistan û her wiha wek parçeyên din jî Bakurê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan dijmin hewildana tunekirina gelê Kurd dike bi taybet di nav de hewildana qirkirina Ciwanên Kurd dide ji bo ku Ciwan neçin pey armancê xwe nekevin, xwedî li hebûna xwe dernekevin. Li ser vî esasî îro dewleta Îran hemû palnên xwe yên qirêj bi rê ve dibe li ser gel, bi riya madeyên Hişbir, ji kar dûrxistin, ji welat koçberkirin. Gihêştiye vê astê ku Ciwanê êdî xwebikuje, her roj bi dehan Ciwan xwe intîhar dike. Ji ber ku ew Ciwan her dijmin xistibû bin sîstema xwe ya desthilatdar.
“Dewleta dagirker a Tirk tê ser xakê Başûrê Kurdistan ji bo vê yekê gel mecbûr dimîne xakê xwe berdê”
Li Bşaûrê Kurdistanê jî îro em dibînin ne tenê hewildana qirkirina gelê Kurd dide, ne tenê hewildana qirkirina nasnameya gelê Kurd dide. Bi rojan e êrîşên dagirkirinê li ser Gelê Başûrê Kurdistanê tê maşandin, hem qirkirinên Siyasî û hem qirkirinên Gelê hewildana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan dike. Îro li Zînê Wertê cihekî esasî bû ji bo Gelê Kurd, û hem Herêmên Parastina Medyayê kirin hedefê xwe, ev ne ku dewleta Tirk bi tena serê hewildana êrîşên dagirkirinê dike, bi navê ku Hikumeta Başûr ji gelê Kurde, xizmeta gelê Kurd bike lê belê xiyanetê li ser gelê Kurd bi hevkariya dewletên dagirker dimeşîne. Ev yek jî ber bi çave. Qaşo Gerîlla dikin armanc lê ne rast e, gelên sivîl dikin armanc. Bi rojan e Gund dişewitîne, tu dibîne dewleta dagirker a Tirk tê ser xakê Başûrê Kurdistan ji bo vê yekê gel mecbûr dimîne xakê xwe berdê.
Di roja îro de rolê Ciwanên Başûrê Kurdistan pir girîng e, ji ber ku em dibînin Ciwanên Başûrê Kurdistan, Ciwanên xwîn gerimin Kerkûk, Ranya, Dihok li hember êrîşên ku li ser xakên Kurdistan pêk dihatin xwedî helwestbûn, ev yek me Ciwanên Başûr li Kobanê, li Efrîn, li Şengal, li Serê Kaniyê qehremantiya wan dît. Ji ber ku dagirkerî li ser Gelê Kurd qebûlnedikirin.
“Divê ew rihê Serhildana Şeladizê dîsa were zindî kirin”
Em dinerin ku îro dagirkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cilên Pêşmergan, bi alên Kurdistanê li Herêmên Parastina Medyayê hewilî dagirkirina xakê Başûrê Kurdistan dike, êrîşî gelê me dike. Lê hêza Başûr alîkarî didiyê. Heger tu wekî hêzekî Başûrê Kurdistan xwe pênase dike, karê te ne ev e, karê parastina ew gela ye. Li aliyekî xwe wek hêzekî Başûrê Kurdistan pênase dike û li aliyekî din hêzekî dagirker wekî dewleta Tirk a faşîst tîne ser xakê Başûrê Kurdistan. Ji bo wê bi taybet bangî Ciwanên Başûrê Kurdistan dikin, da ku li hember vê dagirkirinê û xiyanetê derkeve. Eger her Ciwanek xwedî helwest be û hêza xwe li hember vê dagirkeriyê bi kar bîne dewleta dagirker nikare planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ji ber ku hêzek dibîne û ew hêza di Ciwanan tê dîtin. Her helwestek girîng e, ji ber ku bê helwestbûn û bê deng bûn maneya xwe xiyaneteke. Wek rihê gelê Şeladizê yê Serhildsanê di niha de pêwîste, Serhildana wan gelek pîroz bû. Divê ew rih dîsa were zindî kirin.
Di îro de her çalakiyek dibe hêzek, di dema niha de nabe Ciwanên Kurd bêdeng bin, nabe gelê Kurd bê deng bin. Li hember faşîzmê Tirk xwedî helwest be wê red bike. Çawa ku ew nahêle ku em bi Zimanê xwe bi axivin, em jî nahêlin ku li şûna xwe rihat rûnê. Divê Ciwanên Kurd di dema îro de li her derê xwedî helwest bin, bê deng nebin, divê başdarî nav Hêzên Gerîllayên Kurdistan bin. Da ku bi tekoşîna xwe li hember dijmin bibin bersiv ji her êrîşan re.
Her roj kolber tê qetilkirin, her roj êrîş li ser Jinan pêk tê, li ser Ciwanan êrîş tê meşandin. Em wek Ciwan nabê em vê yekê qebûl bikin, nabê bê dengî hilbijêre, divê rêkê Şehîdan bişopînin. Ji bo vê yekê dîsa bangewazî hemû Ciwanên Kurd dikin bi taybet Ciwanên Başûr, bi taybet Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nav hêzên Gerîlla bibin da ku xaka Kurdistanê ji êrîşên dagirkirinê Azad bikin.