KOBANÊ – Dewleta Tirk bi Balafirên Bê Mirov ên Biçek (SÎHA) êrîşî gundê Helincê yê Kobanê kir.
Di êrîşa maleke gund hate hedefkirin de 3 jinên sivîl ên li baxçeyê malê rûniştibûn şehîd bûn.
Navê 2 ji 3’ê jinên şehîd bûne diyar bûn. Li gorî agahiyên hatin girtiin di êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk de ji Koordînasyona Kongra Star a devera Firatê Zehra Berkel û Emîne Weysî şehîd bûne.