SİLÊMANÎ – Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker di pêşengiya Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê de li Kampa Barîk a Silêmaniyê hatin şermezarkirin.
Gelek ciwan, jin û welatiyên tevlî çalakiyê bûn alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên, “Bimire Xiyanet”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Şehîd Namirin” û “Biji Serok Apo” hat gotin.
Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Dilber Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker, li ser Kurd û Kurdistanê êrîşên tinekirinê pêk tîne. Bi her awayî bi hovane êrîşî Mexmûr, Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Di êrîşên xwe de çi rêgez û qanûnên mirovahiyê hene binpê dike. Êrîşên xwe li ser axa me her roj curbicur didomîne. Diyar e li ser axa me hinek xiyanetkar û nokerên vî welatî bi dewleta Tirk a dagirker re hevkartiyê dikin. Çi dibe bila bibe em weke Ciwanên Rojava êrîşên li ser axa me qebûl nakin.
Dewleta Tirk a dagirker, di roja me ya îro de hemû hêz û polîtîkayên xwe di çarçoveya planên dagirkirina Kurdistanê de pêş bixe û tinekirina Kurdan esas werdigire. Di vê çarçoveyê de ciwanên pêşengên Şeladizê hedef girtin û şehîd xistin. Em ciwanên Şeladizê bi bîr tînin.
Li hember êrîşan têkoşîn mafekî herî asayî û bingehîn e. Em weke ciwanan baş dizanin ku îro êrîş li Mexmûr, Şengal, Kobanê û Şeladizê ye, lê wê sibe bigihêje Hewlêr, Silêmanî û Ranya jî. Divê di serî de û bi taybet ciwan, hemû gelê Kurd û Kurdistanê li hember van êrîşan li ber xwe bide.
Dewleta qirker duh şev jî bi awayek qirêj û hovane êrîşî maleke li Helênci ya Kobanê kir. Di encamê de 3 jinên berxwedêr şehîd xistin. Em didin diyar kirin êrîşên dewleta Tirk nikarin me ji axa me derxin. Em li hember êrîşan bi awayek xurt û bi hêz bisekinin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û soza tolhildana wan didin.”
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Heftanîn” bi dawî bû.