NAVENDA NÛÇEYAN – Înisîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan di 23 û 24’ê Hezîranê de li çar bajaran çalakî li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê di 23’ê Hezîranê de li Merama Konyayê 4 wesayîtên Tirkan hatine şewitandin û ev wesayît bûne xwelî.
Di heman rojê de li Herêma Senayiyê ya Organîze ya Bûrsayê jî fabrîkeyeke camê ‘tarûmar’ kirine. Înîsîyatîfê diyar kir ku fabrîke şewitiye û bûye xwelî.
Înîsîyatîfê diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de li Bîgaya Çanakkaleyê jî wesayîteke li ser rê şewitandine. Înîsîyatîfê da diyarkirin ku di 24’ê Hezîranê de li Bayrakliya Îzmîrê jî wesayîtek şewitandine.
Înîsîyatîfê got ku, “Wê êdî tiştek nebe wekî berê. Xwe nexapînin. Hûn ê nikaribin Kurdan biqedînin. Wê berdêlên mezin ên vî tiştî hebin, em ê her roj van berdêlan bi we bidin jiyîn.”