SİLÊMANÎ – Bi pêşengtiya Tevgera Azadî û saziyên civaka sivîl xelkê Silêmanî li ser Rêya Seholeke kom bûn û êrîşên dewela Tirk a duh ku sivîl hatin hedefkirin şermezar kirin.
Di çalakiyê de wêneyên welatiyên sivîl ên hatine bombe kirin û birîndar bûne hatin hildan, dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Dewleta Tirk ji Kurdisanê bicehenime’ hatin qîrkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku gelê Kurd li ber êrîşên dewleta Tirk teslîm nabin û peyamên berxwedan û yekîtiyê dan.
Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ebdulwehab Ehmed axivî. Ehmed dewleta Tirk û hevkarên wan şermezar kir û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bê navber li ser Başûrê Kurdistan û dîsa sivîlan tê kirin û got: “Rojan e dewleta Tirk gelê me qetil dike, xwezaya welatê me dagir dike.”
Ehmed anî ziman ku wê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe bidin û radestî Tirkiye nabin û wiha pêde çû: “Me biryar daye azad bijîn. Gelê me li idjî hovtirîn faşîzma cîhanê ên weke DAÎŞ’ê ku hevkarê Tirkiyeyê ye şerkiriye û serketiye. Gelê me wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê jî li ber xwe bide û serbikeve.
Ehmed bang li hemû hêzên Kurd, aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl kir eger nebin yek wê rewşa wan ji ya niha xirabtir bibe û got: “Divê hem hemû bi hev re li diijî dagirkeriyê têbikoşin.”
Ehmed anî ziman êrîşa li Kunemasî ya Şarbajêr û dîsa gundê Helîncê ya Kobanê asta êrîşên dewleta Tirk a li ser hemû Kurdan dide nîşandan. Ehmed anî ziman ku cîhanê hemû çavê xwe ji qirkirina Kurdan re girtiye û got: “Em bêdengiya li beramber qirkirina Kurdan şermezar dikin.”
Çalakî bi dirûşmên tehşîrkirin û şermezarkirin êrîşên dagirker ên Tirk bi dawî bû.