NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker ku ji 16’ê Hezîranê û vir ve li herêma Heftanîn a dikeve Başûrê Kurdisanê operasyona dagirkirinê ji bejahî û esmanî daye destpêkirin, rastî Berxwedana Gerîla ya mezin tê. Hêzên Gerîla ku ji roja yekemin heta niha serweriya şer xistiye bin destê xwe, derbên giran li artêşa tirk a dagirker didin.
Dewleta tirk a dagirker ku tenê ji hêza teknîka xwe her dawî bawer dike vê operasyona dagirkeriyê daye destpêkê kirin, ketiye nava tirsek mezin û li beramberî Berxwedana Gerîla şaş maye. Piştî êrîşên hewayî li her tepê ku dixwaze leşkerên xwe ên dagirker lê deyne, derbên giran dixwe. Di nava bîlançoya 10 rojan a berxwedana li Heftînanê ev rewş zelal derdikeve holê. Li gorî daxuyaniyên HPG’ê ji 16’ê Hezîranê heta niha zêdetir 107 leşkerên dagirker hatine kuştin, gelek helîkopterên dijmin hatine derbkirin.