NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 28’ê Hezîranê de wan du çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 28’ê Hezîranê de li navçeya Kûlû ya Konyayê zeviyên genim ên Ramazan Gursen û Cevdet Ogûz ên faşîst hatine şewitandin. Di vê çalakiyê de bi sedan donim zevî hatine şewitandin.
Di heman rojê de li Kûlûyê zeviya faşîstê bi navê Mahmût Aktan û makîneya çinîna zad hatine şewitandin. Di vê çalakiyê de zevî û makîneya çinîna zad bûne xwelî.
Pêngava me ya tolhildanê berfireh dibe û çiqasî faşîst, sîxur û xayîn hebe, wê bibin hedefa me.”
Her du çalakî ji bo fermandar Zeynep Kinaci (Zîlan) hatiye kirin a ku di 30’ê Hezîranê de di çalakiya fedaiyê de şehîd bûbû.“