MEXMÛR – Duh bi şev ciwanên waregeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin sêwana Tevgerên Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM)’ê de, li hember dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybet ya li ser Başûrê Kurdistanê, meşek meşelayî lidarxistin. Ciwanan di meşa xwe de piştgirî dan Cenga Heftenînê û berxwedana gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ya li hember dagirkeran pîroz kirin.
Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan ciwanan û şêniyên wargehê hate destpêkirin. Ciwanan di nava wargehê de dirûşmeyên ‘bijî Serok Apo, bimre îxanet, bijî berxwedana HPG û YJA-STAR’ê û bijî berxwedana Heftanîn’ avêtin. Herwiha di meşê de alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û heta ber derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM)’ê meşiyan.
Piştî meş gihişte navenda Çand û Hunerê, ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêz girtinê ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwanan ya Mexmûr, Kajîn Ozer ve daxûyaniyek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;
Cîhan hemberî komkujiyan bêdenge
Di serdema ku em têde derbas dibin de, wek gelê Kurd û rêxistin, rizgarî û têkoşîna gelên bindest temsîl dikîn. Ji bo vê jî hemû hêzên desthilatdar û hevkarên wan, li dijî vê gelê berxwedêr di nava hewildandene û dixwaze îradeya gelê Kurd bişkêne û wek koleyekê bide xebitandin. Ji bo vê yekê jî, bi balafirên şer û bi hemû teknîka xwe li ser gelê Kurd komkujî û qetlîaman dide meşandin. Her wiha li hember van qetlîam û komkujiyan cîhan bêdeng dimîne, ev yek jî cihê şermezar kirinê ye.
Bi sedsalane erdnîgariya Kurdistanê di pençeyê dagirkeran de bûye cihê şer û talanê. Dagirkeran şerê xwe yê desthilatdariyê jî, li ser vê xakê daye meşandin. Lê çiyayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd her bûye sitargeh. Çiyayên Kurdistanê ji bo me bûye jîn û jiyan. Kulîlkên biharê li çiya dibişkivin, hebûn li çiya hêvî dide. Jiyana ku dijmin ji me re dixwaze bike dojeh, çiya dibin qêrîna bihûşt û azadiyê.”
Ev şer destpêka jîna azadiyê ye
Tevî her cure teknîka xwe, dijmin li Heftenînê bindikeve. Ev şer îradeya gelê Kurd e, ev şer îradeya gelê bindest e, ev şer tunekirina dijmin û destpêka jîna azadiyê ye. Wê ne dewleta dagirker a tirk û ne jî hevkarên wê PDK, nekare serbikeve. Tenê yek rêya wan heye, ew jî binketine. Her wiha ev nêzî salekê ye, dorxpêçekî mezin ji aliyê PDK’ê ve li ser gelê Mexmûr tê meşandin. Lê belê li hember berxwedana gelêm Mexmûr serneketin.
Li hemberî qirkirin û dagirkeriyê, divê ciwan tevlî refên azadiyê bibin. Her wiha bang li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî welat dikîn, li hember dagirkerî û hevkariyê rabin serhildanê. Li hemberî komkujî û dagirkeriyên li ser gelê Kurd têne meşandin, tenê yek armanca me heye ‘tolhildan, tolhildan, tolhildan.’
Daxûyanî bi dirûşmeyên ‘bimre dagirkerî û hevkarî, bimre teslîmiyet û her cûre koletî û bijî rihê berxwedêr û serhildêr’ bi dawî bû.