HELEB – Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, bi diruşmeya “Bi têkoşîn û berxwedanê em ê faşîzmê têk bibin û rêbertî azad bikin” bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşeke meşeleyî şehîd Zîlan bi bîr anîn.
Meş li beşê rojavayê yê taxa Şêxmeqsûdê ber bi çarxerêya Şehîd Destîna ve dest pê kir. Di meşê de meşele, wêneyên şehîd Zîlan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.
Meş li çarxerêya Şehîd Destîna rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Emîna Ebdo axivî û derbarê têkoşîna şehîd Zîlan de ev tişt got: “Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan ji bo bersivdayîna faşîmza dewleta Tirk a dagirker bû. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xwest nameyekê bide dewleta Tirk ku xaka Kurdistanê ya kurdan e, Kurdî dê li ser pêşiyên xwe bimeşin ta mafên xwe bidest bixin.”
Emîna soza şopandina rêya şehîd Zîlan û domandina têkoşîna azadiya jinê da.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.