QENDÎL – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li Başûrê Kurdistanê pêngavek nû li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ragihandin, li Binarê Qendîlê hate destpêkirin. Rêxistina ciwanan bang li hemû Ciwanên Başûr û Ciwanên Kurdistanê kir ji bo werin tevlî pêngava nû ya ku bi dirûşma “Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkerî Biruxîne” hate destpêkirin, bi têkoşîneke xurt bibin.
Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz wiha ye;
“Di roja îro ku em tê de derbas dibin rojekî ji bo Kurdistan û taybet ji bo Başurê Kurdistanê rewşekî metirsîdare. Dewleta Tirk a dagirker bi planên xwe yên Mîsak-î Mîllî di nava hewldana dagirkirina Başurê Kurdistanê ye. Di vî çarçoveyê de di filan dîrokê de bi êrîşa hemdemî ya li ser Mexmûr, Şengal, Qadên Parastina Medya yê diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker planên xwe bi vekirî bi van êrîşan îlan kiriye. Dewleta Tirk a dagirker, roja din bi êrîşa li ser Heftanîn wek operasyona pençe-piling dabû destpê kirin. Bi vî re dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên li ser Başurê Kurdistanê vekirî daye holê û bi hevkariya PDKê jî dixwaze pêk bîne.
Li hember êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk a dagirker Gerillayên Azadiya Kurdistan li heremên Başurê Kurdistanê bi berxwedaniyek pir mezin şer dike. Gerîlla, li hember teknîk û artêşa NATOyê ya Tirkan axa Başurê Kurdistanê bi can û ruhê xwe diparêze. Gerîlla ji Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat ciwanên ku berê xwe daye berxwedanê ye. Her Gerîllayê ku îro nahêle Kurdistan were dagirkirin di nav civakê de ciwanekî bû. Di dîrok de ciwan her rola parastina axa xwe hilgirtiye ser milê xwe. Li Kurdistanê jî di her serhildanê de keç û xort bûne pêşengê axa xwe parastinê. Selhildana Şêx Saîd, Komara Mahamad, Xoybûn, Mahmud Berzencî û Baban’a da jî ciwan di şer de li herî pêş ji bo axa xwe serî hilda ye û bi lehengî ji bo axa xwe şehîd ketiye.
Îro jî heta di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û saziyên wî yên dagirkerî li Heremên Başurê Kurdistanê wek Heftanîn, Biradost û hwd. Êrîşên pir mezin yê dagirkeriyê pêş dixe. Dewleta qirker-faşîst ya Tirk, di vê çarçoveyê de li bajarên me jî dest bi êrîşên xwe kiriye. Ji bo ku ciwan û gelê me bide tirsandin û tepêsandin ciwanên Şeladizê şehîd xist, êrîşê nexweşxaneya Şarbajêr kir û li Kunamasî hemwelatiyên sîvîl hedef girtin. Van êrîşan ku tenê tê dîtine lê Heremên ku îro Gerîlla tê de berxwe dide di rojekî de dehan balafir li gundan dixe, bax û bahçeyên gundiyan dişewîtîne.
Hukumeta Herema Kurdistan, li hember tevgera dagirkirina dewleta Tirk, bi tu awayî dengekî dernexistiye. Bilakîs Gerîllayê ku li hember dagirkeriyê radiweste hedef digire. PDK jî bi rêxistina xwe ya îstîxbarî alîkariya vî tevgera dagirkeriyê dike. PDK, li heremê nokteyên xwe radestî artêşa Tirk a dagirker kiriye. Û rola parastina dagirkerî girtiye ser milê xwe. PDK û malbata Barzanî, bi îxaneta vî welatî re mijûlên. PDK û malbata Barzanî bi rola xwe ya dagirkeriyê êdî bûye perçeyekî planên Mîsak-î Mîllî. Ji bo Kurdistanekî piçûk bi dest bixe hemû Başurê Kurdistanê re nokertî dike kû were dagirkirin.
“SEFERBERIYA HEFTANÎNÊ”
Di vê pêvajoyê de em wek keç û xortên Kurdistana Başur, erka xwe ya ku dîrok daye ser milê me em dîsa digirin pêşiya xwe û erka ku dîrok daye ser me em îlanê hemû Kurdistan û cîhanê dikin ku em ê SERBİXİN. Li çiya, deşt, newal û bajarên me di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ne. Em li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng namînin. Li navenda Berxwedanê ji Qendîlê didin diyar kirin ku, di bin şîara, “Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkerî BIRUXÎNE!” SEFERBERIYA HEFTANÎNÊ radigîhînin. Di vê çarçoveyê de divê taybet her keç û xortê Başurê Kurdistan parçêyên Kurdistanê din jî îro baş bifikire, ciwanên Şeladizê çima hat qetilkirin, li Silêmanî çima ewqas êrîşên hewayî pêş dikeve. Heqe îro em li hember dagirkeriya Tirk ranewestin sibe wê dagirkerî were Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Kelar û Helepçê jî. Îro li Heremên sînorên Tirkiye Gerîlla berxwe dide ku dagirkerî nikare bigihêje Silêmanî. Lê dagirkerî gef li hemû axa Başur dike û dixwaze dagir bike. Li hember vî em bangawazî ji hemû ciwanan re dikin ku werin bila sibe dereng nebe em îro erka xwe ya dîrokî axa xwe Parastinê pêk bînin. Em dibêjîn “Ev Der Jî Heftanîn e” ji bo me ciwana êdî şûnê ku dagirkeriya Tirk hebe ew der Heftanîn e.