ZAXO – Helîkopterên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din ve bi dijwarî girê Dûpişk ê Heftanînê bombebaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker ji 16’ê Hezîranê ve bênavber êrîşê herêma Heftanînê dike. Gerîla jî ji bo pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigirin, ketine nava şereke dijwar.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatiye girtin, helîkopterên dewleta Tirk ji şevê din ve bi awayeke dijwar Girê Dûpişk bombebaran dikin.
Li girê Şehîd Adar, Şehîd Sîpan, Xantûr û herêmên din ên Heftanîn jî pevçûnên dijwar di navbera gerîla û leşkerên Tirk ên dagirker de heye.
Têkildarî encama êrîşê hîn ti zanyariyek bidest neketiye.