QENDÎL – Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer, di 30 Hezîranê de li Qendîlê di bin şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” Pêngava Seferberiya Heftanînê îlan kiribû. Piştî daxuyaniya Pêngava Seferberiya Heftanîn, Jinên Ciwan ên Têkoşer ragihandibû ku wê yekem bi destpêkirina kampanyaya îmzayê ku ji bo leşkerên dagirker yê Tirk ji axa Başûr û Iraqê derbikeve tevlî pêngavê bibe.
Di vê çarçoveyê de Ciwanên Binarê Qendîlê, bi daxuyaniyek helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirk û tevlîbûna xwe ji bo Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand. Daxuyanî ji alî Endamê Ciwanên Welatparêz Bihêz Feqe ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Qendîl û Herema Kurdistanê şermezar dikin. Em diyar dikin ku êrişên wan cîhê qebûl kirinê nîn e. Bi êrîşên dagirkeriya Tirk jiyana li Qendîl û li ser sînor pir zehmet bûye.
Dewleta Tirk a dagirker diyar dike ku bingeh û baregehên PKK heye, em bombardiman dikin. Lê armanca wan dagirkirina Başurê Kurdistanê û mirovên medenî ne. Di êrîşên xwe de ne PKK’yî ne medenî ji hev cûda nake, êrîşê her derî û her kesî dike. Di demên dawî de bi êrîşên xwe ve ev pir vekirî diyar dike.
Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, ew kampanyaya ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikeve em jî tevlî dibin.
Di heman demê ew Pêngava Seferberiya Heftanîn ku hatibû îlan kirin, diyar dikin ku bi hemû hêz û baweriya xwe her tiştê ku pêwîst bike li hember dagirkeriya Tirk li Heftanînê were kirin, em amadene.