NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya pêngava “Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne” de, di 3’ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker hatibû destpêkirin.
Komkirina îmzeyan dewam dike. Di vê çarçoveyê de ciwanan duh li bajarôkê Tekye û Bazyan yên ser bi Silêmaniyê, geriyan û îmze komkirin. Welatiyên Bazyan û pêşwaziyek baş li ciwanan kirin û kampanyayê îmze kirin.
Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku leşkerên Tirk ji her devera Başûrê Kurdistanê û Iraqê bên derxistin.
Li gel komkirina îmzeyan her wiha li malpera Change.org jî heman kampanyayê destpê kir.
Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin bi rêya vê lînkê dikarin tevlî bibin.