NAVENDA NÛÇEYAN – Pêşbirka yekemîn a ji bo bîranîna Şehîdên Şeladizê tê lidar xistin. Pêşbirk di 5’ê Tîrmehê de destpê dike û tenê jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 16-28 dikare tevlî bibe. Jinên ciwanên ku dixwazin tevlî bibin berhemên xwe heta 1’ê Tebaxê dikarin rê bike. Navnîşanên ku hatine diyar kirin re dikarin berhemên xwe bişînin.
Jinên Ciwan ên Têkoşer wiha armanca pêşbirkê pênase dike: “Em hestên welatparêziyê ku di dil û mejiyê Jinên Ciwan deye li Başurê Kurdistanê de derbixin pêş. Kabîliyeta jinên ciwan ên Kurd de hene ji gelê re bidin nasîn. Bi vî pêşbirkê ew têkiliya ku navbera jin û axa xwe de carekî din bigîhînin lutkeyê.”
Merasîma Xelatên Pêşbirka Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Sarîna Sarya di roja 5 Tebaxê de di seat 15:00 an de li Çemçemal bê belevkirin.
-Pêşbirk bi zimanê Kurdî (Soranî, Badînî, Hewremî) tevlîbûna qebûl dike. Beşdarvan dikarin tenê yek berhem tevlî pêşbirkê bibin.
-Mijarê Pêşbirkê welatparêzî û Jin e. Şêwekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestên xwe li ser vî mijarê ve dive derbixin pêş.
*Divê wêne, çîrok û helbest li tu cihan nehatibe belavkirin.
Beşdarvan divê bi tevî berhemên xwe kurta jiyana xwe herî dereng heta 1’ê Tebaxa 2020’an de bi van navnîşanan berhemên xwe bişînin.
Navnîşan:
* Navenda Jinên Ciwan li Silêmanî
E-maîl: [email protected]
Facebook: ژنانی گەنجی تێکۆشەر
Whatsapp: 07812449880
Telegram : 07812449880