MEXMÛR – Li ser wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji sibehê ve liv û tevgereke zêde ya balafirên şer û keşfê heye.
Heta niha nehatiye zanîn balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirkerin an Iraq an jî Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê ne.
Hêjayî bibîr xistinê ye piştî gotinên Dîndar Zêbarî ên ‘Mexmûr weke cihekî leşkerî’ dayî nîşandan, liv û tevgera balafirên şer û keşfê zêde bû.