NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyanî da û ev got: “Em bi fermandarê Hêzên Rûsya ya li Sûriyeyê Alexander Chaîko re hevdîtin kir. Di civînê de li ser mijarên hevpar nîqaş li ser binpêkirinên Tirkiyeyê ya peymana 23’yê Cotmehê û qetilkirina 3 aktivîstên Kurd ên li Kobanê bû.
Her wiha di civînê de li ser mijara di asta koordînasyon û dîsa zêdekirina xebatên hevpar de me li hev kir. Ji ber xebatên wan ên di mijara kêmkirina aloziyan de jî me spasiya wan kir.”
Artêşa Tirk a dagirker 3’yê Hezîranê bi SÎHA’yan maleke ya gundê Helîncê ya Kobanê kiribû hedef û di vê êrîşê de 2 jê endamên Koordînasyona Kongreya Star 3 jin hatibûn qetilkirin.