NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr Kurdistanê û Iraqê derbikeve dest bi kampanyaya kom kirina îmzeyê kirin.
Endamên Rêxistinê Ciwanan li Silêmanî, Ranya, Kerkuk û Helepçe ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başurê Kurdistan û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê li bajar, nahiye û gundan didomînin. Ciwan, mal bi mal, kolan bi kolan, dukan bi dukan digerin û îmze komdikin. Gel di her alî de gelekî kêfxweş nêz dibe û di heman demî de nêrînên xwe yên dij dagirkeriyê tîne ziman.
Kerkûk
Endamên Ciwanên Welatparêz li bazara Kerkukê dest bi îmze komkirinê kirin. Beriya ku dest bi komkirina îmzeyê bike li ser navê Ciwanên Welatparêz Hisên Mistefa axifî. Hisên: “Em wek Ciwanên Welatparêz ji bo derxistina dagirkeriya Tirk dest bi îmze komkirinê dikin. Em qebûl nakin ku dagirker li ser axa me jiyan bike.” Ciwanan li nava Kerkuk dest bi îmze komkirinê kirin.
Ranya
Li gelek dewerên Ranya, ciwanan dest bi îmze komkirinê kirin. Endamê Ciwanên Welatparêz Saman Ehmed got; “Em nerazîbûnên xwe tînin ziman. Faşîstên Tirk êrîşên medeniyan dike, êrîşên her dewerî dike. Em dawa li Hukumeta Herem û Iraqê dikin dawî li vana bînin. Em Ciwanên Başurê Kurdistanê êrîş û dagirkeriya Tirk qebûl nakin. Em dawa li her kesî dikin ku wek erkekî nîştîmanî dengê xwe bilind bikin.”
Ciwanan li gellek dewerên wek Çar Qurne, Pişter û Bîtwen îmze komkirin. Dema îmze komkirina ciwanan gelê dewerê eleqederbûnek mezin nîşan da. Dema îmze komkirinê peşmergeyek dêrîn wiha nêrînê xwe anî ziman: “Me dema xwe tekoşîn kir, raperîn kir herem dirust bû. Lê aniha dagirkeriya Tirk hatiye em wek berê ne dikarin li bajar ne jî li gund jiyan bikin.”
Helebce
Li navenda bajarê Helebce ji alî ciwanan ve îmze tê komkirin. Li Helebee jî kampanyaya îmzeyê rastî eleqederbûyînek mezin tê.
Silêmanî
Ciwanan li dewerên Erbat, Şarbajêr, Bazyan, Tekye û Mêrgapan xebatên îmze komkirinê tê meşandin.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer, di roja bîranîna Şehîd Zîlan de li Qendîlê bi şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE” Hamleya Seferberiya Heftanîn ragihand. Jinên Ciwan, di çarçoveya seferberiyê de dest bi kampanyaya îmzeyê kir.
Di sala 2011’an de jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li Başurê Kurdistan ji bo derxistina hêzên dagirkeriya Tirk ji Başur û Iraq mîlyonek îmze kom kiribûn.
Kampanyaya îmzeyê li ser Change.org ê jî hatiye destpê kirin. Li ser dîjîtal medya jî gelekî belav bûye.