NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Êgir têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan 2’ê Tîrmehê li navçeya Araban a Dîlokê agir berdane TIR’ekê.
Li gorî daxuyaniyê 7’ê Tîrmehê jî li Denîzliyê wesayita “şexsekî faşîst” hatiye şewitandin.
Hate ragihandin ku heman rojê li Îzmîrê jî otobuseke rêwiyan hatiye şewitandin.
Li gorî daxuyaniya însiyatîfê 8’ê Tîrmehê li gundê Pelîtlî yê navçeya Gebze ya Kocaeliyê navendeke veguherînê hatiye şewitandin.