NAVNEDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyand ku şervanê wan Fîras Serdar ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin.
“Hevrêyê me Fîras Serdar, di 20’ê Pûşpera 2020’an de di encama nexweşiyeke giran de gihîşt şehadetê.
Hevrê Fîras li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Makûyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi naskirina têkoşîna li ser hîmê hebûn û azadiyê ya gelê Kurdistanê û ji bandora şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê, tev li refên me bû. Hevrê Fîras, li dijî êrîşên ku destkeftiyên gelên azadîxwaz dikin hedef, bi biryardarî sekinî û gav paş de neavêt. Erk û berpirsyariyên ku hevrê Fîras di nav berxwedanê de wergirtin, bi dilsoziyeke mezin bi cîh anî.
Em di şexsê hevrê Fîras Serdar de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Fîras Serdar
Nav û Paşnav: Ramazan Kazmiyan
Navê Dayikê: Amne
Navê Bav: Hemza
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Dîroka Şehadetê: 20 Pûşper 2020