NAVENDA NÛÇEYAN – Însyatîfa Zarokên Agir li ser çalakiyan ev agahî da: “2’yê Tîrmehê însyatîfa me li navçeya Ş.Kemil a Rihayê wesayîtên du kesên faşîst ên girêdayî AKP’ê hatiye şewitandin û bûye xwelî.
8’ê Tîrmehê fabrîqeya boyê ya li Îzmît a Koceliyê hatiye şewitandin. Ji ber şewata demek dirêj dom kir, gelek kes ji ber dûyê wê nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê.
8’ê Tîrmehê derdorî devera baregeha bingehîn a jetê ya leşkerî ya li Bandirma ya Baliesîrê hatiye şewitandin û rê li ber tirs û fikaran li nava leşkeran vekiriye. Ev şewat demekê dom kiriye. Leşker di nava şewat û dûyê de mane.”