ŞENGAL – Li komalgeha Borik a Şengalê ji aliye Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ve Navenda Yekîtiya Ciwanên Êzidî ya navê Şervanê YBŞ’ê Şehîd Cîlo Şengalî ( Eymen Bapîr ) ku di 15’ê Çileyê de di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li komalgeha Dugurê li gel Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd û Êzidîn Şengalî Şehîd bibû , bi merasîmekê hate vekirin.
Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtina li ser rihê şehîdan destpêkir. Piştre bavê Şehîd Cîlo, Bapîr Mirad axivî û di serî de vekirina navendê li tevahiya xelkê Borik pîroz kir û ji bo vekirina navendê spasiya YCÊ’yê kir.
Her wiha li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî axaftin hatin kirin. Di axaftina de balkişadin ser ked û xebatên Ş. Cîlo ku di nava ciwanên Êzidî de rolekî wî ya pir girîng hebû ku li kêleka erka xweya leşkerî herdem wek pêşengekî ciwanên Êzidî di nava çalakiyan de bû. Herî dawî vekirina navendê li beramberî dijminên Êzidiyan weke bersivekê hate bi navkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayin.