KERKÛK – Kampanyaya îmzeyê ku ji bo leşkerên tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanîn de destpê kiribû, didome.
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz, gelek rêxistinên sîvîl û ciwan ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker îmze kom dikin. Kampanya li seranserê Başurê Kurdistan bi awayekî xurt tê meşandin.
Endamên Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê dikan bi dikan, kes bi kes, mal bi mal digerin û ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker îmze kom dikin.
Endamê Ciwanên Welatparêz Amed Kerkûkî beriya ku dest bi îmze komkirinê bike axivî. Amed da diyar kirin ku wê her ji bo îmze komkirinê rojane berdewam bikin.
Ciwanan li taxa Mam Qasim dest bi îmze komkirinê kirin. Li Kerkukê ji ber metirsiya korona vîrus qedexeya hatiye îlan kirin jî Ciwanan ev qedexe nasnekir û dest bi îmze komkirinê kirin.
Ciwanan dema îmze komkirin şêniyên Kerkûkê nerazîbûnekî mezin nîşanî dagirkeriya tirk didan û Hukumeta Heremê û Iraqê jî rexne kirin. Şêniyan eleqederbûnekî mezin nîşan dan. Di nava 2 roja de li Kerkukê 1000 îmze komkirine.
Çemçemal
Li navçeya Çemçemal ya Silêmanî jî ciwanan kampanyaya îmzeyê didomîne.