SILÊMANÎ – Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker ji ser xaxa Başur û Iraqê, bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftenîn de destpê kiribû didome.
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer, Ciwanên Welatparêz, gelek rêxistinin sîvîl û ciwan ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker îmze kom dikin. Kampanya li seranserê Başurê Kurdistan bi awayek xurt tê meşandin.
Endamên Ciwanên Welatparêz li ber Qassa Moll a Silêmaniyê standa îmze avêtinê danîn û şêniyên Silêmaniyê eleqeyek zêde nîşan dan.
Endamê Ciwanên Welatparêz li Silêmaniyê mal bi mal, kolan bi kolan digerin û îmze kom dikin. Tê gotin heya niha li Silêmaniyê bi hezaran îmze hatine komkirin.