VIYANA – Li bajarê Viyanaya Avûstûryayê ciwan û jinên ciwan yên Kurd, di civîna xwe da Komuna Şehîd Qasim Engîn ragihandin.
Civîn, bi tevlîbûna 30 ciwanan di saet 18.00an da bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê va dest pê kir. Civîn, bi nirxandina Pêvajoya Siyasî va berdewam kir. Di nirxandinên Pêvajoya Siyasî da dêhn hate kişîna ser êrişên nîjadkujiyê û giringiya berxwedanê. Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate gotûbêj kirin. Piştî nirxandina Pêvajoya Siyasî, ciwanên Kurd û jinên ciwan rewşa rêxistinî ya li Viyanayê girtin dest. Di nirxandina rewşa rêxistinî da dêhn hate kişîna ser berpirsyarî, erka pêşengî û welatperweriya ciwanên Kurd.
Bi vê bingehê va, ciwanên Kurd û jinên ciwan di encama nîqaşên bi rê va birin ra biryara îlankirina Komuna Şehîd Qasim Engîn girtin. Komuna Şehîd Qasim Engîn ji 18 kesî va pêk tê. Di komunê da ligel hebûna 5 jinên ciwan va, komîsyonên Çand, Werzîş, Çapemenî û Rojava hene. Komuna Şehîd Qasim Engîn, civîna xwe ya yekem yê roja pênçşemê pêk bîne. Di civînê da ji bo komîsyonan yê plansazî bê çêkirin û li hember êrişên nîjadkujiyê xeteke çalakiyan yê bê diyar kirin.
Civîna ku 3 saet dom kir, bi dirûşma Bijî Serok Apo va bi dawî bû.