“Di roja me îro de êrîşên li ser kurdan, êrîşên li ser kesên ku mafê xwe dixwazin û sîyasetekê demokratîk, azad dixwazin, berdewame. Bi qeyûman cihê, kesên ku bi îrada gel ve hatîye hilbijartin kûklayên xwe daydinin. Yê ku wan polîtîkayên û êrîşên dewletê qabûl nakin jî, dikûjin. Ev dikin, tirsekê ser gel dixwazin bejin ku tu mafê ve axaftinê, hilbijartinê, û tekoşînê nîne.
Di 5’ê Tirmehê sala 1991’an de jî ev tişt Amedê hemberî serokê navçeyê Partîya Keda Gel (HEP) Vedat Aydın hate jîyankirin.
Em Vedat Aydin bi kurtasî bidin naskirin;
Vedat Aydın di sala 1953’an de, gundê Kurdhacı a girêdayê navçeya Bismîlê a Amedê dayîk bûye. Ji zaningeha Dîjle a Amedê mezûn bûye. Di sala 1990’da bûye Serokê şaxê Amedê a Komeleyê Mafê Mirovan (İHD). Di 28’ê Cotmehê 1990’an de ji ber li Enqerê li pêgeha giştî a deste İHD de kurdî axivê bi parêzer Ahmet Zeki Okçuoğlu yê ku axaftina Aydin wergerê Tirkê dikir û Mustafa Özer ve hatin binçavkirin. Aydin bi rojan lêpirsên de ma piştra hate girtin. Di 19’ê Kanûnê 1990’an de celseyê xwe yê yekemîn de bi Kurdî îfade da û serbest hate berdan.
5’ê Tirmehê 1991’an de di saetên evarî aliyê kesên ku xwe wek polîs nîşan dida ve ji malê xwe ve hate revandin. Aydin ji alîyê JİTEM ve hate revandin û îşkence kirin. 7’ê Tirmehê li navçeyê Maden a girêdayî Elezîzê bin pirekê de cenazeyê wî hate dîtin.
Endamekê JİTEM Abdulkadir Aygan, “Di bûyerê Aydin da min keşîf dikir, lê ez neketim mijarê da.”
Şükran Aydinê ku şahîdî revandinê Aydin bû, bi wêneyekî robot a kesên ku Aydin revandine da çekirin, û ev wêne gelek dişibîyan endamên JİTEM Ali Ozansoy, Fethi Çetin û Aytekin Özen.
Rêveberîyê Amedê a ewlekarî û îstixbaratî a vê demê di pîrtûka ku nîvîsandîda behsa bûyera revandina Aydin kiriye. Û dibeje; “Dema wêneyê robot hatin min dît ku dişibin kesên ku gel, berpirsêyarê JİTEM Ahmet Cem Ersever kar dikin. Min jî vê demê fêm kiribû, lê hin jî bûyer ne zelal bû.”
10’ê Tirmehê merasîma Aydin de ruxmê ku çûyîna gel qedexe bû, hejmarekê zêde gel tevlî merasimî bû, Girseyê ku kom bûye bi çekên otomatîk hatin gulebarankirin. 10 Tirmehê jî bu Serhildanên gel a Vedat Aydın.”