KERKÛK – Li bajarê Kerkûkê kampanyaya îmzeyan a ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê bê derxistin didome. Kampanya rastî eleqeyeke zêde ya welatiyan tê. Ciwanan li bazara Rehîmawa ya Kerkûkê îmze kom kirin.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê ku bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike. Kampanyaya îmzeyan rastî eleqeyek mezin a welatiyan te. Heta niha 5 hezar îmze hatine komkirin.
Kampanyaya îmzeyan wê hin di wan rojên pêş de jî berdewam bike û wê di dawî de tevahî îmzeyên ku hatin komkirin radestî hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî bên kirin.