GERMIYAN – Koma Jinên Ciwan ya çand û hunera şehîd Vejîn, a Herêma Germiyanê, piştgiriya xwe ya ji bo cenga Heftanînê anîn ziman. Komê di peyama xwe de diyarkir ku beşek ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser çand û hunera Kurdiye, ji bo vê pêwîste her kes bi çand û hunera gelê xwe biparêze.
Koma Jinên Ciwan ya çand û hunera şehîd Vejîn, bi peyamekê piştgiriya xwe ji bo Cenga Heftenînê anîn ziman. Koma jinên ciwan di peyama xwe de gotin; “Em bi tundî dagirkeriya ewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistan û Heftanînê şermezar dikîn. Beşek ji dagirkeriya dewleta Tirk, li ser çand û hunera gelê meye. Ji bo vê pêwîste em çand û hunera gelê xwe biparêzin. Ji bo hunerek, azad û welatek azad, ji bo azadiya jin û rêberek azad, leşkerên Tirkiye bila werin derxistin.”