RAPERIN – Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker ji ser Kurdistanê berdewame. Çend rojeke li devera Raperîn kampanya berdewam dike û gelê devera Raperînê bi germî tevlî kampanyê dibe.
Bi rojane ji aliyê Rêxistina Jiyanewey Gencan ve kampanya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Çend rojeke li devera Raperîn kampanya berdewam dike û gel bi awayek xûrt tevlî kampanyê dibin.
Li ser giringiya kampanyê welatiyê bi navê Nejad Ekrem axivî û got: “Em gelek keyfxweşin bi darxistina vê kampanyê. Ev pêngavek pîroze, silav ji berxwedanvanên li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin re dişînim. Wek welatiyek peyama min ji her çar parçên Kurdistanê re ewe tev bihevre li dijî artêşa Tirk rabin.”
Endamê Rêxistina Jiyanewey Gencan Araz Ranye jî got, hefteyeke li sinorê îdareya Raperîn me dest bi komkirina îmzeyan kiriye. Gelê Raperînê bi awayek baş tevlî kampanyê dibin, wê kampanya heya dawiya heyvê berdewam bike.