ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê panelek bi dirûşma “Şerê gel ê şoreşger mîsogeriya jiyana azad e” li Hola Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar xist.
Di panelê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreger Ardal Baran axivî û behsa pêwîstiya lidarxistina panelê kir û got: “Em vê panelê diyarî giyanê şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê dikin. Em ê bi vê moralê û giyanê mijarên girêdayî ciwanan nîqaş bikin, erkên ciwanan û rêbazên pêkanîna wan erkan li gel şertên heyî û şerê taybet ku dagirkerî li dijî ciwanan dimeşîne, xuya bikin.”
Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer axivî û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û rola ciwanan di pêşengiya civakê de û çawa rola xwe di şoreşê de bilîzin, bi bîr xist. Cafer bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ciwanan ji berpirsyariyên xwe dûr bixe da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Di dagirkirina Efrînê de gava yekê ciwan kirin hedef.
Cafer bang li ciwanan kir ku ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî ciwanan dûr bikevin û got: “Divê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya gel û welatê xwe bidin ber çavên xwe da ku planên dewleta Tirk têk bibin.”
Piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola ciwanan û birêvebirina civakê hatin xwendin. Piştî wê beşa yekemîn a panelê girêdayî dozên ciwanan, rol û erkên wan dest pê kir.
Tê payîn ku xebatên panelê du rojan bidomin.