NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê dê îxanet û dagirkeriyê têk bibin” Meclîsên Gel ên navçeyên Girkê Legê, Dêrikê û Tirbespiyê ji bo şehîdên çalakiya mezin a Rojiya Mirinê Mehmet Xeyrî Durumuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bîranîn lidar xistin.
GIRKÊ LEGÊ
Meclisa navçeya Girkê Legê bi rasthatina salvegera 38’emîn a berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi beşdariya şêniyên Girkê Legê û guhndewarên wê li dar xist.
Endama rêveber a Kongreya Star Dilşa Mistefa di civînê de li ser berxwedana şehîdên 14’ê Tîrmehê axivî û wiha got: “Serkeftinên îro ku me li Rojava bi dest xistine, bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê ne, ji ber destpêka berxwedana gel ji xwesteka maf û azadiyê, ava kir.”
Dilşa Mistefa wiha piştrast kir: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana gel e, divê her tim bi bîr bînin, ji ber ku mîrasa gel ji bo pêkanîna wekhevî, biratî û azadiyê xwe dispêrê.”
Civîn bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.
DÊRIK
Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê dê îxanet û dagirkeriyê têk bibin” şêniyên Dêrikê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê li hola civînan a Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şênî û endamên saziyên civaka sivîl, bi bîr anîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a PYD’ê Zeyneb Mihemed li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê axivî û wiha got: “Di kesayeta şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Berxwedana ku Elî Çîçek, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û Akîf Yilmaz dest pê kiriye, heta roja îro berdewam e, bi hezaran têkoşer afirandin û li ser rêça wan li dijî faşîzmê meşîn.”
Zeyneb Mihemed bal kişand ser ku destkeftiyên gelê Kurd li Kurdistanê bi saya wê berxwedana ku girtîgehên faşîzmê hejandine û hişt ku gelê Kurd li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi hedefa çewisandina nasname û qirkirina gelan, serî hilde.
Zeyneb Mihemed di dawiyê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna hedef û xewnên şehîdên 14’ê Tîrmehê kir.
TIRBESPIYÊ
Meclisa navçeya Tirbespiyê ji pêkhateyên navçeyê re civînek ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê li Hola Nadî Siyahî ya bakurê navçeyê li dar xist.
Endama rêveber a PYD’ê Medya Ehmed di civînê de wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker hewl da vîna gelan û berxwedana wê bi hemû rêbazan bişkîne, lê şehîd Kemal Pîr û hevrêyên wî berxwedaneke qehremantî li dijî dewleta Tirk a faşîst pêk anîn û bû sembolek ji sembola têkoşîna li cîhanê.”
Medya Ehmed piştrsat kir ku hê jî dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya dijberiya pêkhateyan de berdewam e, her wiha tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bêyî tu ferq û cudatiyê bi taybet jinan hedef digire da ku vîna civakê bişikîne.
Medya Ehmed di dawiyê de bal kişand ser ku gelên li herêmê îro xwedî li fikra berxwedanê derketine, xwe ji êriş û gefên Tirkiyê danaxin, her wiha li ser rêya berxwedana qehremanên 14’ê Tîrmehê heta serkeftina giştî berdewam in.