RİMÊLAN – Civîna Jinên Ciwan a qantona Qamişlo, îro li Rimêlan hate lidar xistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Bi tevlîbûna gelek jinên ciwan, şehîdên 14’ê Tirmehê hate bibîranîn û piştre civîn li ser esasê êrîşên dagirker û pirsgirekên jinên ciwan pêk hat. Di civîn de amadekariyên Kongreya Jinên Ciwan hatin nirxandin. Rêveberîya Yekîtîyê Jinên Ciwan Jîyan Koçer nirxandinên xwe de got;
“Îro rojekê giringe ji bo me hem pêngavê berxwedanê hem jî pengavê jinê ye, wek Tevgera Azadî û jinên ciwan. Emê şopdarê wan hevalan bibin û li ser rîya wan hevalan bimeşin, pêwiste her roj em bibîrbînin.” Û peşnîyar kir ku hemû kes filmê 14 Tirmehê a berxwedana Zîndana Amedê temaşe bike û li ser êrîşan got “ Dewleta Tirk ne tenê Bakûr giştî Kurdistan dagirkiriye û ne tenê axê me, me jî dagir kiriye. Laşê me fikrê me dagir kiriye, fikir azad nîn be laş çima hebe.” û li ser pirsgirekên jinên ciwan a ku bi alîyê şerên taybet re bi alîyê zîneyeta dewletan û zilaman derketîye holê axivê.
Piştre jinên ciwan pirsên xwe kirin û civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.