ŞIRNEX – Piştî ku Walîtiya Şirnexê qedexe li herêmê ragihand û şûnde operasyona leşkerî destpê kir.
Operasyona li Çiyayê Cûdiyê hatî destpêkirin hezar leşker tevlî bûye.
Operasyon bi desteka hewayî tê birêvebirin. Tevgera gelek helîkopter û balafirên keşfê yên bê mirov li herêmê digerin.
Berî operasyonê li 22 herêmên dikevin navenda Şirnex, navçeya Cizîr û Silopya ji bo 3 rojan qedexe lê hatibû ragihandin.