QENDÎL – Ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li Binarê Qendîlê bi dirûşmeya “PKK maratona bê dawî ya ciwanane” bi beşdariya 12 ciwanan maratonek bezê pêk hat.
Maraton bi dirêjahiya 5 kîlometreyan ji gundê Enzê dest pê kir û heya gundê Bokrîsan berdewam kir.
Di encama maratonê de ciwanê bi navê Ferman Qadir bû yekem, Bejdar Mihemed bû duyemîn û Ziryan Hacî Şêxe jî pileya sêyemîntiyê bidest xist.