SILÊMANÎ – Li seranserê Başurê Kurdistanê ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê ku di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di Pêngava “BIRÛXÎNE” de dabû destpê kirin, didome.
Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz li ber deriyê Sara stand vekirin û ji bo derxistina dagirkeran îmze kom kirin. Kampanya ku gel bi eleqeyek zêde nîşandan, bi sedan îmze hatin komkirin.
Her wiha li sûka Silêmanî û dîsa gelek navendên cuda komkirina îmzeyan dewam e.