QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi hevkariya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi armanca geşkirina behreyên ciwanan, yekê meha Tîrmehê li ser asta herêma Cizîrê dest bi kampa yekemîn a demsala havînê kir. Çalakiyê 15 rojan dewam kir û îro bi şahiyekê bi dawî bû.
Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û şandeyên Desteya Ciwanan û Werzîşê şahî hate lidarxistin.
Bernameya şahiyê bi rêzgiritinê dest pê kir û paşê hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Amed Memo axivî û got armanca wan ji birêxistinkirina vê çalakiyê ew e ku behreyên ciwanên herêma Cizîrê geş bikin.
Paşê têkildarî tundiya li dijî jinan ciwanên tev li kampê bûne şanoyek pêşkêş kir û piştî wê jî stran gotin û govend hate gerandin.
Ciwanên di pêşbirka kişikê (setrenc) de bi ser ketin, bawername wergirtin û spasname jî li hemû ciwanên beşdarî kampê bûbûn, hatin belavkirin.