MEXMÛR – Li Akademiya Ferhat Kurtay a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr TJCM’ê de dewreyek perwerdê li ser navê Şehîd Awesta Herekol hat despêkirin.
Li Akademiya Ferhat Kurtay a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di bin pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr de dewreyek perwerdê li ser navê Şehîd Awesta Herekol hat despêkirin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevayî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat giritin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Berdevka Tevgera Jinên Ciwan Mizgîn Kara û berdevka perwerdê Newroz Tekîn ve axaftin hatin kirin.
Berdevka Tevgera Jinên Ciwan Mizgîn Kara destpêkê xêrhatina xwendevanan kir û got: “Perwerde li ser navê Şehîd Awesta Herekol tê vekirin. Ev perwerdeyek îdeolojîke, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan bi dayîna perewedeyek a bi vî awayî ji bo me nirxekî pir pîroze. Wekî jin xwedî li îdeolojî, maf, hizir û ramanê xwe derketin tişekî cûdaye. Em îro dibînîn li welat û derveyî welat herî zêde mafê jinan tê binpêkirin û herî zêde jin dibin hedefa êrîşan. Îro me xwest bidîn diyarkirin ku çi dibe bila bibe emê xwedî li mafên xwe derbikevin.”
Herwiha Berdevka Perwerdê Newroz Tekîn jî diyarkir ku ev dewre ji 11 kesan pêktê û perwerdeyek îdeolojîke û wê heft rojan bidome.
Ji xwendevanan Hewlêr Adanmiş jî li ser perwerdeyê axivî û got: “Ev dewreya ku li ser navê Şehîd Awesta Herekol hatî vekirin tenê jinên ciwan bejdar dibin. Ev ne perwedeya destpêkêye û ne jî ya dawiye. Di vê perwerdeya ku em niha bibînin de, wê giranî li ser rewşa Rêbertî û bêmafiyên ku li ser jinan tên kirin be. Ji bo jin li himberî van bê mafiyên ku ji aliyê zîhniyeta desthilat ve li ser jin tê kirin xwe bi parêzin, pêwîste bibin xwedî zansit û di perwerdeyekê re were derbaskirin.”