ŞIRNEX – Li Şirnexê çawîşê pispor ê bi navê A.A hewl da dest bavêje zarokeke keç a 13 salî. Piştî bihîstina vê yekê gel bi girseyî dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Polîs bi bîberên gazê êrîşî gel dike.
Nerazîbûnên tevahî rojê li navçeyê û li ser tevnên dijîtal hatin kirin saetên şevê jî li navenda bajar dom kir. Gelek ciwanên ku li navenda bajar kom bûn bi dirûşmên ‘Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînî wê dor bê te jî’ li pêşiya pêşiya avahiya ku bûyer lê qewimî hatin ba hev.
Li aliyê din ciwanên xwestin ji taxa Gazîpaşa heta Yenî Çari bimeşin, polîsan bi bîberên gazê êrîş kirin.
Ciwanên belavî nava kolanan bûn çalakiya xwe didomînin, li navenda bajar bi sedan polîsên çewîk û dehan wesayîtên zirxî rawestayîne. Aloziya li bajar dom dike.
Çawîşê pispor ê bib navê A. A piştî îfadeyê hate girtin.