WAN – Li gundê Çiliya Jor a girêdayî navçeya Ebex a Wanê leşkeran gule li zarokê bi navê Azad Baga yê 15 salî ku li ber pez bû reşandin.
Hat gotin gule li pişta Azad Baga ketine û bi giranî birîndar bûye. Gundiyan Baga bi ambulansê rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê û tê gotin rewşa wî giran e û tê dermankirin.
Piştî bûyerê malbat çû ber nexweşxaneyê. Dayika lawikê biçûk di derbarê bûyerê de agahî dan û got: “Kurê min li gundê Çiliya Jor şivaniyê dikir. Leşkeran serê sibê gule lê reşandiye û gule li pişta wî ketine. Me jî piştre bûyer bihîst û em hatin nexweşxaneyê. Em dixwazin ji meseleyê fêm bikin. Rewşa wî giran e. Li ser rewşa wî agahî nedane me.”
Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê jî bûyerê li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir û got ew bûyerê dişopînin. Malbata Baga serî li Komeleyê da û xwest ku komele piştevaniya hiqûqî bide wan.