MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) TJCM’ê bi daxuyaniyek destdirejiya li Şirnexê ku di 15’ê Tîrmehê de pêkhatibû, şermezar kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TJCM) ve li Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay bi daxuyaniyek destdirejiya li Şirnexê ku li hemberî jina ciwan hatibû kirin şermizar kirin. Beriya ku daxuyanî were xwandin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê daxuyanî ji aliyê endema TJCM’ê Hewlêr Adanmiş ve hat xwendin.
Daxuyaniya TJCM’ê wiha ye:
“Di van demên ku weke jin, ciwan û hemû gelên azadîxwaz bi êrîşên mezin yên netew-dewletan rû bi rû dimînin de dewleta dagirker ya Tirk careke din rûyê xwe yê qirêj derxist holê. Weke tê zanîn di 15’ê Tirmehê de li Şirnexê çawişeke pispor yê dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser jinekê ciwan a 13 salî û xwest destdirêji li ser vê jina ciwan bike. Berî her tiştî em weke jinên ciwan yên Mexmurê dibêjin emê ti caran van kirinên zilamên tecawuzkar ku xizmeta mejiyê zilamsalar yên netew-dewlet dike qebul nekin û emê tola her jina ku bi êriş, tacîz û tecawûzê re rû bi rû dimîne hilînin. Em vê buyera tecawûzê weke erîşek ku li ser hemu jinan hatiye kirin dihesîbinin û li hemberê vê feraseta zilamê desthilatdar heta dawiyê em ê tekoşîn bimeşînin.”
Em bang li hemû jin û ciwanên xwedî rumet dikin ku hemberî vê çanda tecawuzê ya dewletê serî rakin û tekoşîn bimeşînin. Weke Jinên Ciwan yên Mexmurê emê ti carî van erîşên ku ji aliyê zilamên dewletê ve tên kirin jibîr nekin û heta ku tola her jinekê bigrin, emê tekoşîna xwe mezintir bikin.”
Daxuyani bi dirûşmeyên ‘Biji serok Apo, Bijî tekoşîna azadiya jinê, Bimre dewleta tecawûzkar ya TC’ê” ve bi dawi bû.