BÎNARÊ QENDIL – Turnuvaya futbolê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanên Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz ve di bin Pêngava “BIRÛXÎNE” ya Seferberiya Heftanînê de li Qendîl ji bo bîranîna Şehîd Helmet (Diyar Xerib) hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Turnuvaya futbolê di 5’ê Tîrmehê de bi lîstîka çar tîman destpêkiribû û her roj 2 tîm leyîstin. Tîma Zengîlan û tîma Lawanî Zewe mabûn fînalê. Duh bi şev her dû tîm jî leyîstin û encamê de tîma Zengîlan bi serket.
Piştî ku futbol bi dawî hat, bi merasîmekê xelatên tîman hatin dayîn. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen axivî û got; “Her sal çalakiyên bi vî awayî li Binarê Qendîlê tên lidarxistin. Îsal jî di salvegera şehadeta Heval Helmet de, turnuvaya futbolê hate destpêkirin.
Piştî axaftinan xelat hatin belavkirin.
18 tîm beşdarî turnuvayê bûn û her tîm ji 9 ciwanan pêktê. Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê , Ji hemû herêmên Binarê Qendîlê û derdora wî beşdarbûn çêbibû.