NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên roja yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya îro hatî destpêkirin eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Ji sibeha îro de, qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê a ku hêzên me bi tevkariya Koalîsyona Navnetewî li herêmên Dêrazorê li djiî terorîstên rêxistina DAIŞ’ê dest pê kiriye didome.
Di pêngava ku baregehên terorîstan û kesên bi guman dike hedef de, gelek operasyonên serdegirtin û girtinê li bajarokên Bisêra û Şihêl ên gundewarê bakurê Dêrazorê hatin lidarxistin. Di encamê de gelek gumanbar hatin girtin û çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Çekên ku hatin desteserkirin; klaşînkov, BKS, demançeyên ferdî yên bêdeng, topên RBG, rêjeyek cebilxaneyên çekên navborî.
Her wiha heta niha 24 kes ji terorîstên rêxisitn û gumanbar hatin girtin.
Pêngav berdewam e ta armancê xwe bighîne serî.”