DÎLOK – Li Dîlokê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Dîlokê, polîsan di 14’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 29 siyasetmedarên ku di nav de hevserok û rêveberên HDP, DBP, SYKP’ê yên niha û berê jî hebûn destgîrkirin.
29 kesên ku piştî karê lêpirsînê yên li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqî dadgehê kirin.
Heyeta dadgehê piştî îfade girtin Hevserokên HDP’ê yên Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag, Dayika Aştiyê Remziye Erdem jî di navde 18 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtin û şandin girtîgehê.
Heyeta dadgehê di derbarê 11 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê dan.